16 October 2026 - 14:01
Source: Kurdpress
Parlamentoya Iraqê dengê erê da 14 namzetên postên wezaretî û hikûmetî

Meclîsa Nûneran a Iraqê di dengdanê de, ji bo 14 kesan ku ji bo wezîfeyên cîgirtiya serokwezîr, cîgirtiya serokê hikûmetê û wezaretên cuda, di nav de wezaretên navxwe, parastinê, plankirinê, perwerdehiya bilind, çand û geştiyariyê hatibûn namzetkirin, dengê erê da.

Li gorî nûçeya Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul-Beyt ê (s.x) – ABNA – Meclîsa Nûneran a Iraqê dengê baweriyê da 14 namzetên postên hikûmetê. Di nav wan de namzetên cîgirtiya serokwezîr, cîgirtiya serokê hikûmetê û çend wezaretên kabîneyê hene.

Li gorî lîsteya weşandî, kesên li jêr ji bo girtina postên hikûmetê dengê baweriyê wergirtine:

  • Mohsin Elî Ekber Mendelawî: Cîgirê serokwezîr

  • Leys Hadî Xezalî: Cîgirê serokwezîr

  • Mihemed Elî Temîm: Cîgirê serokê hikûmetê

  • Yasir Ebd Seхîl Mihemed Malikî: Wezîrê Navxwe

  • Nayif Mekîf Şemmerî: Wezîrê Parastinê

  • Quteybe Xazî Mecîd Hemîd: Wezîrê Plankirinê

  • Heyder Beha Sahib Huseynî: Wezîrê Perwerdehiya Bilind û Lêkolînên Zanistî

  • Yasîn Mihemed Hemed Îsewî: Wezîrê Çandê

  • Rêbaz Mihemed Ebdullah Hemlan: Wezîrê Avakirin û Nûjenkirinê

  • Mihemed Re'd Mûsewî: Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî

  • Sefa Mehdî Salih Kenanî: Wezîrê Werzîşê û Ciwanan

  • Mihemed Sahib Deracî: Wezîrê Aboriya Dîjîtal, Rêveberiya Baş, Zanist û Teknolojiyê

  • Elî Ebdulhadî Dexîlî: Wezîrê Geştiyariyê

  • Mihemed Sem'an Ken'an Yûsif: Wezîrê Dewletê

Your Comment

You are replying to: .
captcha